Dara Mistefa: Êrişeke nû wê bibe sedem ku rejîma Erdogan zû hilweşe

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Danîmarkayê Dara Mistefa dibêje, dewleta Tirk bi rêya gef û êrişên xwe yên dawî dixwaze aloziyên xwe yên siyasî û aborî derxîne derve.

Dara Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna projeya xwe ya Osmanî, tunekirina kurdan û projeya wan a siyasî, kirine armanca xwe ya sereke.

Dara Mistefa diyar kir ku li beramberî êrişên li ser herêmê, wê Tirkiye berdêlekî mezin bi rêya peymaneke giştî bide Rûsyayê.

Dawiyê, Dara Mistefa teqez kir ku çi êrişek pêk were, wê bi xwe re metirsiyên firehkirina qada şer bîne..

Û gelek cezayên aborî û siyasî li ser dewleta Tirk werin ferzkirin û di encamê de wê bibe sedem ku rejîma Erdogan zû hilweşe.

Back to top button