Rêxistina Efû a Navnetewî: Rûsya li Ûkrayna sûcê şer dike

Kiryarên Rûsya yên li Ukrayna di rojava rêxistinên mafê mirovan de ye.
Rêxistina Efû ya Navnetewî, Rûsya bi pêkanîna sûçê şer yê li Ukrayna tewambar kir.
Rêxistinê diyar kir ku Rûsya di êrişên xwe yên li dijî Xarkovê de, bombeyên mîsket yên qedexekirî bikar aniye.
Di encama van êrişan de, bi sedan sivîl hatine kuştin.

Di demekê ku êrişên Rûsya yên li Ukrayna nêzî meha xwe ya çaran dibe, Rêxistina Efû ya Navnetewî Rûsya bi pêkanîna sûçê şer tewambar kir.

Rêxistinê ragihand ku wan piştrast kiriye Rûsya li dijî sivîlan bombeyên mîsket yên ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye, bi kar tîne.

Rêxistinê di raporta xwe de li ser Xarkov a duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê got,

“Dubare bombebarankirina niçtecihên li Xarkovê, kuştina bi sedan sivîlî û birîndarkirina wan raste rast sûcê şere.”

Di raporê de îşaret bi domandina êrişên li ser deverên ku jimara sivîlan lê zêde ye hate kirin û wiha hate gotin:

Belge hene ku hêzên Rûsî gelek caran li Xarkovê cebilxaneyên bi tîpa 9N210 û 9N235 û bombeyên mîsket yên li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne, bikar anîne.

Ev cureya bombeyê ji aliyê bêtirî 120 welatan ve hatiye qedexekirin.

Lê balkêşe ku Rûsya û Ukrayna ev peyman îmze nekirine.

“Herkes dibe ku di her kêliyê de bimre”

Rapora bi sernavê “Her kêlî her kes dikare bimire” de tê gotin, Rûsyayê ji roja despêka êrîşên li ser Ukraynayê re li Xarkovê dest bi armanckirina sivîlan kiriye.

Rêveberiya leşkerî ya Xarkovê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re ragihand ku di êrîşan de 606 sivîl hatine kuştin û 1,248 kes jî birîndar bûne.

Rêxistinê di nirxandina xwe de behsa 41 teqînan kir ku tê de herî kêm 62 sivîl hatin kuştin û 196 jî birîndar bûn.

Ukraynayê ragihand ku ji destpêka şer heta niha zêdetirî 12 hezar lêpirsînên tawanên şer dane destpêkirin.

Back to top button