Hilbijartinên Fransayê..Di tûra pêşî de tifaqa çepgir rêjeyeke zêde a dengan bidest xist

Doh li Fransayê hilbijartina parlementoyê destpêkir.
Di tûra pêşî ya hilbijartinên giştî de; koalîsyona Macron bi ferqeke biçûk li pêş e.
Tifaqa partiyên çepgir jî bi wergirtina rêjeyeke zêde a dengan, serkeftin bi dest xist.
Rêjeya di tûra yekemîn de, mereqa ji bo tûra duyemîn zêdetir kir.

Piştî hilbijartina serok-komariyê, doh gelê Fransa ji bo diyarkirina 577 endamên nû yê parlementoyê dengê xwe bikar anîn.

Di tûra yekemîn de ji sedî 53’ê hilbijêran neçûn ser sindogan.

Li gorî encamên pêşî, Koalîsyona Ensemble ango “bihev re” ku piştgiriyê dide serokomarê Macron ji sedî 25,75’ê dengan bidest xist.

Tifaqa partiyên çepgir jî ji sedî 25,66 dengan stend.

Tevî vê encamê, partiyên çepgir nerazîne û dibêjin;

Di jimartina dengan de dek û dolab hatine kirin.

Ferqa navbera herdû aliyan de, 21 hezar û 400 deng bû.

Ji bo Macron bidestxistina piranî a dengan grînge.

Di rewşeke berovajî de, Macron wê neçar bimêne Serokwezîr ji partiyeke din hilbijêre.

Di rewşên ku serokomar û serokwezîr ji partiyên cuda bin, serokwezîr di nav dewletê de xwediyê erkekî bihêztire.

Rewşekî wiha sala 1997’an pêk hatibû.

Di tûra duyemîn de helwesta kesên neçûne ser sindoqan û alîgirên partiya rastgir a bi serokatiya Le Pen (Lo Pên) wê qedera namzetên herdû tifaqên rikber diyar bike.

Li gorî encamên pêşî diyar dibe ku tifaq çep li Fransayê bû hêza bingehîn.

Serokê tifaqê Jean-Lûc Melenchon (Jan Lûk Melenşon) encama tûra pêşî bi van gotinan pênase kir:

Partiya serokomar têk çû.

Ji bo serkeftinê pêwîste di tûra duyemîn de her kes dengê xwe bikar bîne.

Tûra duyemîn ya hilbijartinê jî wê 19’ê Hezîranê pêk were.

Back to top button