Rêveberiya Xweser 6 jin û 16 zarokên DAIŞ’ê hatin radestkirin

Rêveberiya Xweser 6 jinên DAIŞ’î û 16 zarok radestî hikûmeta Belcîkayê kir. MIX

19’ê Hezîrana îsal şandeyek ji wezareta derve ya Belcîkayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Balyozê Belçîkayê Hobêr Korman, nûnerê taybet ê Belçîkayê bo Sûriyê serokatiya şandeyê kir.

Şande bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Di civînê de her du aliyan behsa gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û rewşa koçberan kirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer anî ziman ku êrişek nû ya Tirkiyê wê bibe sedema zindîkirina DAIŞ’ê.

Hobêr Korman jî diyar kir ku hikûmeta wan alîkariyên mirovî ji bo xelkê Sûrî pêşkêş dike û dê vî karî dewam bike.

Dawiyê, daîreyê 6 jinên DAIŞ’î û 16 zarokên Belcîkî radestî şandeyê kir.

Back to top button