Mûrad Karayilan: Berxwedana gerîla li pêş tevahî cîhanê serê gelê Kurd bilind kiriye

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrad Karayilan li ser berxweana du mehan anî ziman bîlançoya 2 mehan ispata têkçûna dewleta dagirker e û got:
“Gerîla bi şerê xwe qonaxeke nû da destpêkirin.
Dijmin ji ber ku li Zapê xetimî, plana êrişa Rojava xist rojevê.”
Karayilan tekez kir eger gelê Rojava şêwazê gerîla yê Zapê ji xwe re mînak bigire wê dijmin nikaribe di êrişên xwe de encam bigire.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê Mûrad Karayilan ji gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re axivî û bîlançoya şerê du mehan nirxand.

Murad Karayilan di şexsê heval Zilan û Diyar Xerîb de hemû şehîdên meha Hezaranê bi bîr anîn û got:

“Di dîroka Şerê Gel ê Şoreşgerî de îro li Kurdistanê qonaxeke nû bi pêş dikeve.

Heta niha ti şer wisa pêk nehatine.

Gerîla bi rihê fedayî yê Apoçî li hember çekên kîmyawî, teknolojiya serdemê, li Zap, Avaşîn û Metînayê dîrokeke nû dinivîsîne.

Berxwedana gerîla li pêşiya tevahî cîhanê serê gelê Kurd bilind kiriye.”

Mûrad Karayilan: Dewleta Tirk ji ber li Zapê xetimî plana êrişa rojav xist rêza pêş

Karayilan der barê brxwedana 2 mehan a li dijî artêşa Tirk jî anî ziman bîlançoya van 2 mehan ispata têkçûna dewleta dagirker e û ev got:

“Dewleta Tirk li Zapê Xetimiye û nikare bi pêş ve biçe.

Ji bo wê jî êrişên xwe berfireh kirine.

Plana êrişa li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî xist rêza pêşî.

Yê sêyem; êrişa li Îmraliyê û tecrîd hîn girantir kir.

Qada siyasî hîn zêde kir armanc û çapemeniya Kurd jî bi temamî kir hedef.”

Mûrad Karayilan: Ger Rojava tecrûbeya Zapê mînak bigire wê dagirkeriya Tirk têk bibe

Ji bo plana dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê neçe serî, Mûrad Karayilan ev peyam da:

“Ger ku gelê me yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê tecrûbeyên gerîla ji xwe re têxe bingeh, li gor wê amadekariya bike, wê dewleta Tirk di êrişa li ser Rojava de jî encam negire.

Divê gelê me yê Rojava bi hemû hêza xwe bersiveke tund bide dewleta Tirk.

Baweriya me ew e ku li wir jî wê li hemberî destdirêjî û xwînrêjiya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî bilind bibe û bi ser bikeve.”

Mûrad Karayilan: Xeta şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê ye

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan çalakiyên gerîla yên dema dawî silav kir û ev peyam da:

“Terzê fedayî-Apoyî yê li ser hîmê gerîlayê dema nû, ango Gerîlayê Modernîteya Demokratîk, xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî misogeriya serketinê ye.

Li hemberê teknolojiya serdemê, wê serkeftin ya gerîla be, ya gelê Kurd be.

Back to top button