Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê li Şengalê berfireh dibe

Kampanya îmzeyan a derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li Şengalê jî berfirehtir dibe. Welatiyên Şengalê diyar kirin ku yên wan ji nav destê çeteyên DAIŞ’ê xilas kir gerîlayên PKK’ê bûn û nabe ku di vê lîsteyê de bimînin.

Kampanya îmzeyan a derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê li Şengalê û hemû gundên derdora wê bi xebateke xurt didome.

Civaka Êzidî hem jî gelê Ereb bi coş û dilgermî pêşwaziya kamanyayê dikin û heya niha bi hezaran îmze hatine komkirin.

Kesên ku beşdarî kampanyaya îmzeyan bûne nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin PKK’ê li hemberî bindestî, zordarî û desthilatdariyê berxwedaye.

Newaf Xeler: Divê her kes tevlî kampanyayê bibe

Newaf Elî Xelef ku yek ji kesên tevlî kampanyayê bûye diyar kir ku ev kampanya karekî mirovî ye û divê her kes tevlî wê bibe û ev bang li gelê Şengalê kir:

“Gelê me bila tevlî kampanyayê bibe. Pêwîste em ji bîr nekin, gerîlayên PKK’ê kal û pîrên me li pişta xwe kirin û ew ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin.”

Wetha Reşo: Bi saya PKK’ê Şengal rizgar bû, divê em li PKK’ê xwedî derkevin

Wetha Reşo ku yek ji wan jinên pêşengiya kampanyayê dike, destnîşan kir ku PKK amade ye hemû gelan ji bindestiyê rizgar bike û wiha anî ziman:

“Ji fermanê heya îro PKK’ê em ji nav zor û zehmetiyê rizgar kir, wekî dayikên Şengalê em jî mal bi mal digerin îmzeyan kom dikin.

Çawa ku wî Êzidî ji bindestiyê deranî em jî dixwazin Serokatî ji zindana Îmraliyê derkeve.”

Wetha Reşo berxwedana PKK’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jî bibîrxist û wiha dawî li gotinên xwe anî:

“PKK bi hewara gelê Şengalê ve hat, keç û jinên Şengalî xilas kirin.

Bi saya wan îro hêzeke hatiye avakirin, bi wê hêzê gelê Şengal xwe birêve dibe û nahêle careke din terorîst werin ser axa Şengalê.”

Emşa Elî: Alîkariya ku PKK’ê ji me re kir ti kesî nekir

Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşa Elî jî da zanîn dijmin ji ber ji fikir û rêxistina PKK’ê ditirsin ev nav li PKK’ê kirine, ev nav ne layiqî PKK’ê ye.

Emşa wiha got, “PKK tevgereke mirovahî û azadiyê ye. Alîkarîya ku PKK’ê ji me re kir tu kesî nekir. “

Back to top button