Hevserokatiya Nivîsgeha Parastinê bi daxuyanyekê ji bo kesên ku ji erka xweparastinê reviyane, efuya giştî derxist û temenên kesên divê erka xwe pêk bînin jî, eşkere kir
Hevserokatiya Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro derbarê mijarê de peyamek da.
Di peyamê de 2 biryar hatin dayîn.
1- Kesên ku ji pêkanîna erka xweparastinê revîne lê destên wan di bûyerên terorîst, sûcên kuştinê, dizî û sextekariyê tune ye, têne efûkirin.
Ji bo vê, Navendê ji bo kesên li herêmê 45 roj û ji bo kesên derveyî herêmê 90 roj diyar kir.
Di vê demê de divê ew kesana serî li navendên erka xwepastinê bidin û rewşa xwe zelal bikin.
2-Temenê kesên ku divê erka xweparastinê bikin di navbera 01.01.1998 û 13.03.2004`an de ji dayik bûbin.
Ev biryar di 24’ê vê mehê dikeve meryetê.