“Fikirê Rêber Apo li her derê belav bûye kes nikare me jê dûr bixe”

Rewşenbîrên Dêrikê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ew e gelê Kurd ji Rêber Ocalan dûr bixin û belavkirina fikira wî jî asteng bikin.

Nivîskar Xalid Qasim anî ziman ku fikrê Rêber Apo îro li her derê cîhanê belav bûye êdî kes nikare me ji Rêber Apo dûr bixe.

Helbestvan Enwer Sofî jî destnîşan kir ku divê gelên li Tirkiyê siyaseta ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, nepejirîne.

Sofî bêdengiya hikumeta Başûr jî ya li hember êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medya rexne kir û diyar kir ku divê Kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe yekîtiya xwe ava bikin.

 

 

Back to top button