Aloziya li Bexdayê êdî berbi rewşeke metirsîdar ve diçe.
Xwepêşandanên li paytext Bexda û Başûrê Iraqê nêzî hefteyekê ye li qadanin.
Li gorî daneyan heya niha di xwepêşandanan de 73 kes hatine kuştin, 3 hezar û 221 kes birîndar bûne.
Ji 1’ê Cotmehê ve li dijî gendelî, nebûna xizmetgûzarî, pirsgirêkên aborî, bêkarî û nebûna ewlekariya welat welatiyên Iraqê herikîn qadan û çalakiyên protestoyî lidar xistin.
Xwepêşandana ku li meydana Tehrîr a Bexdayê destpêkir, piştre berbelavî hemû bajarên din ên Başûrê Iraqê û Kerkûkê jî bûn.
Xwepêşandan ji deveyî Bexda li Necef, Dîwanye, besre, Kerbela, Kerkûk û li gelek herêmên din ên Iraqê jî lidar ket.
Di xwepêşandanan de rojane pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de rû dide.
Di encama destwerdaneke hişk a hêzên ewlekariyê de heya niha hejmareke zêde kes hatine kuştin û birîndarkirin û binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê di xwepêşandanên Iraqê heya niha 73 kes hatine kuştin, 3 hezar 261 kes jî birîndar bûne.
Di nava kuştî û birîndaran de hinek hêzên ewlekariyê jî hene.
Lê ajansa France press teqez kir ku hejmara kuştiyan nêzî 100 kesî ye, di nav de 6 endamên polîsên Iraqê jî hene.
Duh Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmihdî fermana dawîanîna li qedexeya çûnûhatinê da.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî jî şevê din daxuyanî dan û daxwaza hilweşandina hikûmetê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kirin.