Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk diyar kir ku Şerê li Zapê di 26’ê tebaxa 2016’an bi dagirkirina Cerablusê ji aliyê dewleta Tirk ve destpêkir; Amerîka, PDK û Tirkiye di vê şerê de cih digrin.
Cemîl Bayik got: Siyaseta PDK’ê ya heyî zirarek mezin dide destkeftiyên gelê kurd. Cemîl Bayik got, “Emê li ser xeta şehîdên xwe têkoşînê bidomînin û bi ser bikevin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk bû mêvanê bernameya taybet a Sterk tv û mijarên di rojevê de nirxand.
Cemîl Bayik Bi boneya meha Gulanê a Şehîdan hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîranî û got:
“Şehîdên tevgera azadiyê li ser xeta Rêber Apo dîrok nivîsandin. Divê em xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Yên li ser xeta şehîdan bimeşin, bi ser dikevin.”
Cemîl Bayik: Siyaseta li ser Rêber Apo tê meşandin siyaseta qirkirinê ye
Bayik balkişand li ser tecrîda li îmraliyê jî û diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî Rêber Apo dimeşîne.
Cemîl Bayik: Şer di esas de 26’ê Tebaxa 2016’an bi dagirkirina Cerablusê destpêkir
Cemîl Bayik diyar kir ku şerê niha li Zapê rû dide, di 26’ê tebaxa 2016’an bi ketina Tirkiyê ya Cerablusê destpêkir.
Cemîl Bayik: Şerê li Zapê hem ji bo me hem jî bo AKP-MHP’ê wê qederê diyar bike
Bayik diyar kir ku şerê li zapê wê qedera gelê kurd û desthilata faşîst a Tirkiyê diyar bike.
Cemîl Bayik: Hemû gerîla û fermandarên YJA Star û HPG’ê destanan dinvîsînin
Bayik got eger Amerîka, Nato û PDK alîkariya tirkiyê nekin wê dewleta tirk zû têk biçe.
Cemîl Bayik: Siyaseta Tirkiyê ji bo gelê Ereb metirsiyeke mezin çêdike
Cemîl Bayik dazanîn ku siyaseta Osmaniya nû ne tenê ji bo kurdan ji bo civaka ereb jî xeteriyeke mezin e.
Cemîl Bayik: PDK bi siyaseta xwe zirar da xwe û gelê Kurd
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk da zanîn siyaseta PDK’ê zirarek mezin da PDK’ê û gelê kurd.