Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb plana Tirkiyê a Guhertina Demografî bi bombeyek li ber teqînê ye bi nav kir û got: ”Ev rewş mîna bombeyekê ku dibe di her kêliyekê de biteqe, jinûve şer li Sûriyê biqewime û ber bi şerekî navxweyî ve here.”
Li dijî plana Tirkiyê a bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî gelek bertek derketin.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb derbarê mijarê de nirxandin kir.
Hikmet Hebîb dibêje Tirkiyê bi rêya vê planê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û ev tişt anî ziman:
”Rast e ew penaber Sûrî ne, lê anîna wan li herêmên ku ne yê wan e wê bibe sedema ku tevliheviya di Sûrî de bidome.
Ev rewş mîna bombeyekê ku dibe di her kêliyekê de biteqe, jinûve şer li Sûriyê biqewime û ber bi şerekî navxweyî ve here.
Tirkiyê jî vê dixwaze, dixwaze li herêmê bombeyeke li ber teqînê hebe, dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike.”
Li ser helwesta hikûmeta Şamê a li hember van kirinên Tirkiyê Hikmet Hebîb got:
”Hikumeta Şamê beşek mezin ji guhertina demgorafî hildigire. Dema Tirkiyê gelek herêm dagir kirin, deng jê derneket.
Diviyabû hikumet mîna van projeya şermezarkiriba, lê diyar e ji bo danîna planê hevdîtin navbera wê û Tirkiyê de hebû.”
Dawiyê de Hikumet Hebîb da zanîn ku di pêvajoya bê de wê herêm li ber zemetiyên mezin be.
”Divê rewşeke seferberî û hişyarbûnek ji aliyê gelê me ve hebe.”
Cûma Kalo: Tirkiyê dixwaze Osmaniya berê vejîne
Hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cûma Kalo jî ev plana Tirkiyê red kir û got:
”Plana Tirkiyê li dijî qanûn navneteweî ne û li pey wê armancên siyasî hene.
Eger Tirkiyê rast be divê penaberan vegerîn gund û bajarên wan, hemû penaber ne ji bakurê Sûrî ne.”
Dawiyê Cûma Kalo anî ziman ku Tirkiyê dixwaze Osmaniya berê vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne.