Li Til Temirê şehîdên berxwedana li dijî êrişên DAIŞê hatin bibîranîn

Bi wesîleya salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Til Temirê, Xabûrê li gundê Til Hurmuz merasimên bîranîna şehîdan hat lidarxistin. Di merasîman de girîngiya hevgiritna pêkhateyên herêmê a dijî êrişan hate destnîşan kirin û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan hate dayîn.

Çeteyên DAIŞ’ê weke vê rojê beriya 7 salan êriş birin ser gundên navçeya Til Temirê.

Bi saya xwîna bi dehan şehîdan, berxwedaniya şervanan û hevgiritna pêkhateyên herêmê ev êriş hatin têkbirin.

Şêniyên Til Temirê îro bi du merasîmên cuda şehîdên berxwedana Til Temir û Xabûrê bi bîra anîn.

Li navçeya Til Temirê bi sedan şêniyên herêmê, endamên Melisa Leşkerî ya Til Temirê û endamên saziyên navçeyê li qada Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û 69 şehîdên ku di sibata 2015’ê an de şehîd bûn, bi bîr anîn.

Di merasîmê de, li ser navê Melisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî.

Mihemed Saîd Şêxmûs diyar kir ku bi saya hevgirtina pekhateyên herêmê û berxwedana şehîdan êrîşên çeteyan û plana hêzên li pişt DAIŞ’ê hate têkbirin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD’ê) Aram Hena jî axivî û şehîdên berxwedanaa Til Temir û Xabûrê bi bî anî.

Aram Hena tekez kir ku QSD’ê hêza xwe ji piştgirya gel digire û bal kişaden li ser piştgiriya şêniyên herêmê a ji bo hêzên parastinê.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî Ferhad Mihemed axivî û soza parastina herêmê û destkeftiyên bi saya şehîdan da.

Li gundê Til Hurmuzê şehîdên berxwedana Til Temirê hatin bibîranîn

Li gundê Til Hurmuzê jî, Meclisa Leşkerî ya Sûriyanî û Saziya Malbatên Şehîdên Suryanên Aşûrî merasîmeke bîranîna şehîdên berxwedana Til Temirê li dar xist.

Di merasîmê de endama Mecalisa Malbatên Şêhîdên Suryanên Aşûrî Hesna Eylo, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suriyanî Metayî Hena, Fermandarê Lîwaa El – Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb, û Hevserok Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo axivîn.

Di axaftinan de berxwedaniya şehîd û şervanan a li dijî êrişan, hevgirtina pêkhateyên herêmê û piştgiriya wan ji hêzên parastinê re hate bibîrxistin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn,

Her wiha bang li civaka navnewî hate kirin ku li dijî sûc û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên li ser herêmê bi erka xwe rabe.

Merasîm bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

Back to top button