Zarokekî Efrînî li Izmîra Tirkiyê hat kuştin

Nijadperstiya dewleta Tirk li hemberî Sûriyan derketiye asta herî bilind. Buyera herî dawî vê yekê piştrast diki. Zarokekî Efrînî li Izmîrê bi awayekî hovane hat kuştin.

Zarokê bi navê Brahîm Hisên Mehmûd El-Cumalî yê 14 salî li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê 4 roj bûn windayî bû.

Hat ragihandin ku Brahîm ji aliyê kesine nenas ve hat revandin û piştre jî bi awayekî darvekirî hat dîtin.

Hate zanîn ku, zarokê hatiye kuştin, ji gundê Zeytûnekê yê Efrînê ye.

Back to top button