Tahran: Hevdîtinên peymana nukleeri di asteke krîtîk de ye

Îran û welatên rojavayî di mijara nukleerî de ber bi qonaxa dawiyê ve hatine.
Tahranê diyar kir danustandinên li Viyanayê yên li ser nukleerê di asteke krîtîk de ye û çende pirsgirêkên girîng li benda çareseriyê ne.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan derbarê muzakereyên li ser Viyanayê got “Muzakere di asteke krîtîk û girîng de ne.

Em hêvîdarin di rojên pêş de hinek mijarên hesas û girîng ji aliyê welatên rojava ve bi awayekî rasteqîn werin çareserkirin.”

Abdullahiyan diyar kir ku wê Îran di muzakereyan de dev ji prensîbên xwe yên sereke bernede û diyar nekir ku ev prensîbên sereke çi ne.

DYA jî pêncşema borî daxuyanî dabû û diyar kir ku ji bo rizgarkirina peymana nukleer a sala 2015’an di muzakereyên li Viyanayê ‘pêşketinên maddî’ hatine kirin.

Waşîngton, peyam dabû dibe ku di rojên pêş de peymanek çêbibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett jî di 20’ê Sibatê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ew di muzakereyan de hatine asta peymanekê û bal kişandibû ser vî tiştî peymana niha wê ji berê hesastir be.

Back to top button