410 MALBATÊN REQA Û TEBQA ÊN LI KAMPA HOLÊ VEDGERIN WARÊN XWE

Rêveberiya kampa Holê 26’ê Gulanê dest bi qeydkirina navên koçberên Reqa û Tebqayê yên ku dixwazin li warê xwe vegerin, kir.
Ji wê rojê ve heta îro 410 malbatan navên xwe li gel rêveberiya kampê qeyd kirine.

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn têkildarî mijarê ji ajansa Hewarê re axivî û wiha got:

Di nava çend rojên dawîn de buroyên me navên 410 malbatan qeyd kirine.

Em hewl didin qefla yekemîn ji koçberên ku dixwazin vegerin, roja Pêncşemê ango 30’ê Gulanê derxînin.

Macîda diyar kir ku piştî bidawîbûna qeydkirina navên koçberên Reqa û Tebqayê wê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi qeydkirina navên xwe bikin da ku li warê xwe vegerin.

Leave a Reply

Back to top button