
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, vê sibehê, êrîşî gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya Efîrnê, kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê ji bejahî ve û bi çekên giran êrîşî gundên Meyasê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, kirin.
Ev êrîş hemwextî topbarana wê a li ser gundê Meyasê û Birc Qas ên navçeya Şêrawayê, pêk hat.
Duh bi şev jî, heman dagirkerî, gundê Dêr Cemal Eyndeqnê û Minix ên Şehbayê heta derengiya şevê topbaran kiribû.
Hemwextî van êrîşan navenda bajarê Efrîna dagirkirî jî bi 4 topên muşekan hatibûn armanckirin.
2 top li pêşiya hola Efrîn a ser rêya gundê Kefer Şêl û 2 li kolana wergirtina mazotê ya navenda bajar ketin.