Bi boneya 1′ Gulanê ‘ê Cejna Karkerên ya Cîhanê, MSD’ê û Rêxistina civaka sivîl û yekîtiya kedkarên li Şehbayê bi peyamên cûda ev roj li hemû karkeran pîroz kir. Her wiha bang li tevahî rêxistin navdewletî û rêxistinên karkerên cîhanê kir ku êrîên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.
MSD’ê jî derbarê heman boneyê ev roj pîroz kir û diyar kir desthilatdariya rejîma navendî a li dijî çîna kedkaran wê li pêşiya xurtkirina têkoşîna wan nebe asteng.
MSD got:
“Heta em armancên xwe yên jiyaneke bi rûmet ku layiqî tevahî pêkhateyên gelên herêmê pêk bînin, wê têkoşîna me bidome.
Têkoşîna jinên kedkar pîroz be û divê tevahî mafên jinên kedkar di destûra nû bi pêşengtiya jina azad, were misogerkirin.”
“Divê erîşên li ser herêmên me werin rawestandin”
Rêxistina civaka sivîl û yekîtiya kedkarên li Şehbayê bi daxuyaniyek çapemeniyê 1’ê Gulanê pîroz kir û diyar kir ku li gelek weletan ev roj wekî roja vejandina têkoşîna kedkaran tê pîrozkirin, ji ber ku kedkar beşê herî zêde aktîf e û kedê didin.
Rêxistinê anî ziman ku di dema civak bi vê boneyê şahiyan li dardixîne, balafirên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bê serûber herêmên me bombebaran dike, ev êrîş binpêkirina hemû peyman û zagonên navnetewî yên ji bo parastina mafên kedkaran, dike.
Rêxistina civaka sivîl û yekîtiya kedkarên dawiyê bang li tevahî rêxistin navdewletî û rêxistinên karkerên cîhanê kir ku êrîên dewleta Tirk a dagirker rawestîn e û li piştgiriya Şoreşa Rojava bikin.



