YPJ: Ne tesaduf e ku di salvegera rizgarkirina Baxozê de Çîçek darizînin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê darizandina şervana dîlgirtî Çîçek Kobanê şermezar kir û destnîşan kir ku darizandina wê li dijî qanûnên navneteweyî ye û divê civaka navneteweyî vê yekê şermezar bike.
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê, darizandina Çîçek Kobanê şermezar kir û banga piştgiriya wê kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê derbarê darizandina dewleta Tirk şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ’ê diyar kir ku darizandina Tirkiyê ya Çîçek Kobanê ne qanûnî û derveyî pîvanên navnetewî ye.

YPJ’ê got:

Tevî ku hevala me di şerekî navneteweyî de dîl hat girtin ku dikare sûdê ji tevahiya qanûnên navneteweyî yên têkildarî esîrên şer bigire û divê li ser vê esas pê re were danûstandin, lê ev yek pêk nehat.

NY û rêxistinên mafên mirovan, girtinên bi zanabûn û yên ne qanûnî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin, hatin îsbatkirin û şermezarkirin.

Wan jî bang li dewleta Tirk kir ku divê van sûcên hovane rawestîne. Lê ev bang hatin paşguhkirin.

Ji wê zêdetir hevala me bi awayekî ne qanûnî darizand û cezayê heta hetayê lê birî.

YPJ’ê herî dawî bang li rêxistin û aliyên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk şermezar bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyê: Darizandina Çîçek li dijî pîvanên navnetewî ye

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclisa Jinan got:

Çîçek Kobanê welatiyeke Sûrî ye, dema gel û xaka xwe ji êrîşên hovane diparast dîl hate girtin.

Li dijî şervana dîlgirtî kirinên hovane û dermirovî pêk anîn.

Meclisa Jinan a Sûriyê banga serbestberdana Çîçek Kobanê kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî herî dawî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û ev tişt got:

Ev sûc dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî, em bang li civaka navneteweyî bi hemû deste û saziyên wê dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bikin.

Her wiha em banga serbestberdana Çîçek Kobanê û vegerandina wê li erdê wê li gorî qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan dikin.

Back to top button