Gelên herêmê dijî dagirkeriyê di nava berxwedanê de ne

Ne tenê li herêma Cizîrê li belê li herêma Firatê û Şehbayê jî gel di nava berxwedanê de ye.
Şêniyan bal kişandin li ser êrişên hovane yên dewleta Tirk û tekez kirin ku dewleta Tirk bi riya van êrişan wê nikaribe berxwedaniya wan tê bibe.
Her weha diyar kirin ku wek gelên herêmê bi yek destî ewê dijî êrişan bisekinin,

Li herêma Firat û Şehbayê jî çalakiyên li dijî dagirkeriyê hebûn.

Meclisa Giştî ya Bajarokê Hezîme ya kantona Reqayê têkildarî êrişan daxuyaniyek da.

Rûspiyan piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî û QSD’ê re ragihand û gotin:

Dê Hevpeymana Civakî ya nû li herêmê pêk bînin heta ku armancên neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêk tînin.

Pêkhateyên herêmê dijî êrişên Tirkiyê di nava çalakiyan de ne

Bi heman armancê li kantona Tebqayê, bi dehan şênî, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê kom bûn.

Saziyan, soza şopandina rêya şehîdan li gorî fikr û felsefeya Rêber APPO dan.

Li Kampa Serdem a li Şehbayê jî Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek dan.

Yekitiya Êzidiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li gelê Êzidî kir ku piştgiriya Rojava bikin.

daxuyaniya bi kurdî hinekî biherikînin…

Bertekên şêniyên herêmê li dijî êrişan berdewamin

Back to top button