Ji 55 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin 9 kes hatin berdan

Ji 55 kesên li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê asayîşê ve hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin berdan.

Li Silêmaniyê ji 25’ê Nîsanê ve ji ber meşa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk 55 kes ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku 9 kes hatine berdan.

Duh jî rojnameger Rêbaz Hesen ku ew jî hatibû binçavkirin hatibû berdan.

Li gorî rojnameger Rêbaz Hesen ji dema binçavkirinê ve hemûyan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Tenduristiya hinek ên nexweşiya demdirêj bi wan re nebaş e.

Yên binçavkirî gotin heta ku ew werin berdan wê greva birçîbûnê bidomînin.

Hîn jî 46 kes ku hatine binçavkirin nehatine berdan û aqûbeta wan nayê zanîn.

Back to top button