Li Iraqê kuştina jinan weke xwekuştin tên tomarkirin

Li Iraqê, mirina 276 jinan ên di sala 2020’an de, weke “xwekuştin” derbasî qeydan hatiye kirin.

Li Iraqê bi aloziya dewam dike re, tundiya li dijî jinan di asta herî jor de dewam dike.

Di sala 2020’an de li welêt, 644 bûyerên xwekuştin rû dan.

Ji van 276 bûyerên xwekuştin yên jinan derbasî qeydan bûn.

Bi taybetî li paytexta Bexdayê piştre herî zêde li Basra, Zî-Qar û Mûsilê rû dan.

Rayedarên Iraqê, mirinên di bin navê “xwekuştin” de rû didin, sedema wê weke aboriyê nîşan didin.

Lê beravjî vê tê gotin ku ji ber jiyana civakî û azadiyên takekesî, bûyerên wiha rû didin.

Li gorî danayan, piraniya kesên jiyana xwe ji dest didin ciwanin.

Bi taybetî, tê îdîakirina ku di bin navê “xwekuştin” de mirina 12 jinên ciwan bi awayekê sexte hatine qeydkirin.

Li ser vê yekê, hat diyarkirin ku di sala 2020’an de, mirina 12 jinên ciwan ên dibin navê “namûsê” de hatine kuştin, weke “xwekuştin” derbasî qeydan hatine kirin.

Komîsertiya Mafên Mirovan, ragihand ku, di sala 2020’an de, li welat bûyerên “xwekuştin” pir zêde bûn.

Back to top button