Buşra Elî: Me bandoreke xurt a jinên Kurd li ser jinên Tûnisê dît

Seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî da zanîn ku serdana wan ji Tûnisê re ji bo xurtkirina têkiliyan û xebatên hevbeş ên di navbera rêxistinên jinan de bû, her wiha me bandora têkoşîna jinên kurd li ser jinên Tûnisê dît.

Di çarçoveya xurtkirina têkiliyan û xebatê hevbeş di navbera rêxistinên jinan de, seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî tevî endama Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongra Star Zeyneb Mihemed beriya 2 hefteyan serdana paytexta Tûnisê kir.

Di serdanê de gelek hevdîtin bi rêxistin û kesayetên jinan yên aktîf ên Tûnisê re hatin çêkirin.

Seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî li ser encamên serdanê, armancên wê û girîngtirîn nîqaşên ku çêbûne, ji ANHA’yê re axivî û got:

Ev serdan li ser vexwendineke fermî ji “Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat” pêk hat.

Me di vê serdanê de dest bi pêkanîna plansaziya xwe ya kar kir.

Armanca me danîna têkiliyên nû bi gelek rêxistin û kesayetên jinan ên li Tûnisê aktîf re bû.

Buşra Elî dibêje:

Komele û kesayetên jinan ên Tûnisî diyar kirine ku ew ji sîstema hevserokatiyê û pêkanîna rêgeza hevbeşiyê di tevahî hûrgiliyên jiyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bandorin.

Buşra Elî: Di hevdîtinana de me li ser gelek xalên girîng li hev kir

Seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê destnîşan kir ku wan li ser gelek xalên girîng di hevdîtinan li hev kirine.

Xebata hevbeş a di navbera rêxistinên jinan de were xurtkirin.

Însiyatîfên kombûyînê yên li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê werin sepandin.

Girîngiya rola pêşeng a jina Kurd li ser asta têkoşînên jinan li herêmê û çawaniya sûdgirtina ji tecrbûbeyên têkoşîna jinan li gorî mîrasa têkoşîna jinan a xweser û yên herêmî.

Seroka Weqfa Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî di dawiyê de teqez kir ku ew ê di demeke nêz de serdana hin welatên din bikin.

Back to top button