Pêncewînî: Êriş ne tenê li ser PKK’ê ye, êriş ji bo dagirkirina Başûr e

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye û got, êriş îro li ser PKK’ê be, wê sibe li ser PDK, YNK û Goran be, lewma divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî jî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye û got: êriş îro li ser PKK’ê be, wê sibe li ser PDK, YNK û Goran be, lewma divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe.

Êriş ne tenê li dijî PKK’ê ye, ev êriş ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. PKK’ê ji bo xwe dikin hincet.

Osman Siyasî: Sedema êrîşên Tirkiyê nebûna yekîtiya gelê Kurd e

Derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê pisporê leşkerî Osman Siyasî jî got:

Armanca êrişa dewleta Tirk, tinekirina destkeftiyên gelê Kurde, sedema êrişan jî ne-yekbûna gelê Kurde.

Êrişên li ser Şengal, Qamişlo û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hev ve girêdayîne. Ji bo wê divê hemû gelê Kurd li dijî dijmin bibin yek.

Ciwanên Kerkûkê: Li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin

Li bajarê Kerkûk, Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê bang kir ku divê li hemberî dagirkeriyê kes bêdeng nemîne û çalakvanên ku dema êrîşên dagirkeriyê li Silêmanî protesto dikirin hatibûn girtin, bên azadkirin.

Dijî dagirkeriyê banga seferberiyê hate kirin

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk banga seferberiyê li hemû ciwanên Kurdistanê kir.

Back to top button