Ûkrayna: Bajarê Kîevê bi awayeke giştî hate rizgarkirin

Şerê li Ûkraynayê di roja 39’an de bi pêşketinên nû didome.
Rûsya xwe ji hin deverên Ûkraynayê bi paşve kişand.
Artêşa Ûkraynayê jî vê paşvekişandinê weke serkeftin girt dest û ragihand hêzên wan Kîev bi giştî rizgar kirine.
Li aliyekî din hat ragihandin ku eger heye ku Putîn û Zelensky li Tirkiyê bicivin.

Şerê li Ûkraynayê 39 roj in bênavber dewam e.

Di van Rojî dawî de Rûsya pozîsyona xwe ya şer guhert, li hin deveran hêza xwe bi paşve kişand û giranî da rojhilatî Ûkraynayê.

Cîgirê Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê Anna Malyar doh bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan bi awayekî giştî derdora Kîevê ji hêzên Rûsî paqij kirine.

Anya Malyar kêfxweşiya xwe ya rizgariya Kîevê anî ziman û got:

Niha em ê destpêkê binesaziya pêwîstiyên sereke yên jiyanî weke av, kehrebe û xazê sererast bikin.

Artêşa Ûkrayna: Rûsya li navçeya Buça sûcê şer kiriye

Her wiha artêşa Ûkranî ragihand ku hêzên wan navçeya Bûça ku nêzî paytext Kievê ye rizgar kirine.

Hêzên Ûkranî diyar kir ku li navçeya Bûça, Rûsya sûcên şer kiriye, destên sivîlan ji pişt ve girêdaye û ew kuştine.

Bi vî rengî termê 20 kesî li kûçeyan dîtine.

Hêzên Rûsî bajarê Odesayê bi awayeke dijwar bombebaran kir

Her wiha hate ragihandin Hêzên Rûsî piştî ku hêzên xwe li derdora paytext Kîevê vekişandin, li dijî Bajarê Odesa yê ku dikeve başûr Rojhilatê Ûkraynayê, topbaraneke giran pêk anîne û di encam de li gelek deverên bajêr teqîn rû dane.

Amerîka: Rûsya stratejiya xweya li Ûkraynayê gûhert

Istîxbarata Amerîkayê ragihandin ku Rûsya stratejiya xwe ya şerê li Ûkraynayê guhert.

Istîxbarata Amerîkayê diyar kir ku wê Rûsya êdî hewl bide bajarên Rojhilatê Ûkraynayê têxe kontrola xwe û di 9’ê Gulanê ku “Roja Serkeftinê” ya Rûsyayê ye wê rojê serkeftina xwe ya li Ûkraynayê ragihîne.

“Îhtîmal heye ku Pûtîn û Zelensky li Tirkiyê bicivin”

Gotubêjkerê Ukraynayî Davîd Arakhamîa doh ragihand ku Rûsya “bi devkî” pêşniyarên sereke yên Kîevê qebûl kiriye û niha li benda serastkirina “nivîskî” ne.

Davîd Arakhamîa diyar kir ku egera hevdîtinekê di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy de ku li Tirkiyê pêk bê heye.

Hat ragihandin ku ji bo li hevkirinê jî Moskowa israr dike ku Ûkrayna dest ji tevlîbûna nav NATO’yê berde û bêalîbûnê hibijêre.

Li gorî Rûsyayê, eger Ûkraynayî rewşeke wiha qebûl nekin, “dibe ku vegerin rewşa şer an jî dest bi danûstandinên nû bikin.”

Back to top button