KJK: Divê rewşenbîrên Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin

Komîteya Perwerdeyê ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Mamostaya Zimanê Kurdî Mizgîn Yalçin şermezar kir û bang li hemû rewşenbîrên Kurd kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

KJK’ê diyar kir ku komara Tirkiyê bi polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyona li ser Kurdan meşandî sedsala xwe tijî kir û got:

Pergala li ser yek al, yek netewe, yek ziman, yek nasnameyî û yek zilamî wek vîrûsa seretanê îro dewleta Tırk û civaka wê hem di aliyê zîhnî, fikrî, çandî û jiyanî de ji hemû emareyên xwezaya azad qut û nexweşekî ber sekeratê derxistiye holê.

Siyasetên înkarker ên dewleta Tirk vê carê jî bêtehemûliya xwe li dijî mamosteya zimanê Kurdî ya navçeya Amed Farqînê Mizgîn Yalçin bi êrîşa lînçkirinê re eşkere kir.

KJK’ da zanîn ew êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê kurd qebûl nakin û wiha bi dawî kir:

Divê di serî de mamost, kedkar û sazî û navendên ziman ji her demê bêhtir xwedî li zimanê xwe, nasname û çanda xwe derkevin.

Divê gelê Kurd û jinên Kurd ji her demê bêhtir xwedî li zimanê xwe, nasname û çanda xwe derkevin, mîna xelekên rojê her Kurd Kurdî biaxive, Kurdî binivîse, Kurdî bifikire û di her qada jiyanê de xwedî li hebûn û nasnameya ji mirov re rûmet e derkeve.

Ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyê bê misogerkirin û dawî li hemû astengiyan bînin.

Back to top button