Beşar Esad û Latîf Reşîd li Riyadê civiyan

Li Riyadê lîderên welatên Ereb û Misilman kom bûne.
Beriya civînê di nava lîderan de jî civînên dualî pêk tên.
Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esad û Serokomarê Iraqê Latîf Reşîd civiyan.
Aliyan di mijara Xezayê de hemfikriya xwe anîn ziman û êrişên ser sivîlan şermezar kirin.

Rewşa Xeza yek ji rojeva sereke ya Sûriye û Iraqê ye.

Serokê Hikumeta Şamê Beşar El Esad ji bo Lûtkeya Erebî û Îslamî ya Hevbeş li Riyadê ye.

Esad di serdana xwe de bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.

Ofîsa Koordînasyona Serokomariya Iraqê têkildarî hevdîtina Reşîd û Esad daxuyaniyek nivîskî weşand.

Ofîsê diyar kir ku di civînê de, tevî rewşa li Xezayê têkiliyên di navbera herdû welatan de hatine gotûbêjkirin.

Serokomarê Iraqê di civînê de balkişand li ser li ser giringiya hemahengî û şêwirê ji bo dabînkirina aştî û ewlehiya navneteweyî û herêmî.

Her wiha armanckirina sivîlan û nexweşxaneyên li Xezayê bi tundî şermezar kiriye.

Reşîd daxuyakirin ku mafê gelê Filistînê yê rewa ye ku dewleteke serbixwe ya Filistînê bi paytexta Qudsê ava bike.

Her du aliyan di hevdîtinê de êrişên Îsraîlê yên li ser sivîl û nexweşxaneyên li Xezayê şermezar kirin û ji bo gihandina alîkariya mirovî û vekirina koorîdora ewlehiyê, banga rawestandina êrişan kirin.

Wezareta Karê Derve ya Siûdiye di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xist ku “ji bo bersivandina şert û mercên îstîsna yên li Xezayê”, lûtkeya Erebî û Îslamî ya hevbeş û ne asayî tê lidarxistin.

Wezaretê eşkere kir ku piştî şêwiriya Siûdî bi Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî re, ev biryar girtiye.

Her wiha hate ragihandin ku şandeyek ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn jî di nav de ji bo beşdarbûna Lûtkeyê li Ridyadê ne.

Back to top button