Waşîngton biryara firotina çekan ji bo Îmarat û Siûdiyê rawestand

Rêveberiya nû a DYA piraniya biryarên di serdema Donald Trump de di ber çavan re derbas dikin û beşek ji wan jî rawestandine.
Rêveberiya Joe Biden, biryara frotina balefirên F-35 û çekan ji bo Îmarat û Erebîstana Siûdî heta demeke ne diyar rawestand.

Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, biryara firotina bi milyaran dolar çek a di dema serokê berê Donald Trump de, ji bo Îmarat û Erebîstana Siûdî rawestand.

Koşka Spî kêkildarî biryara ji bo van welatên Kendavê bi nêzbûna rêveberiya Trump ya ji welatên Sunî yên Ereb, bi “Eyarkirinek Nû” binav kir.

Di biryara hatî rawestandin de, firotina çekan a ji bo Îmaratê ku bi bihayê 23 milyar dolar û firotina cebilxaneyên ji bo Erebîstana Siûdî heye.

Di nava van daxwazên Îmaratê de balefirên F-35 xaleke sereke bû.

Koşka Spî rawestandina biryarê bi hatina rêveberiya nû û lêkolînkirina wê li ser mijarê ve girê da.

Yek ji şertên Amerîka yên firotina çekan ji bo welatên Ereb, girêdana peymana bi Îsraîlê re bû.

Piştî Îmaratê danustandinên bi Îsraîlê re asan kir, serokê berê yê DYA Donald Trump biryara firotina çekan erê kiribû.

Back to top button