Di çarçoveya êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan de duh 20 rojnamevan li bakurê Kurdistanê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku rojnamevan xistine hucreyên yek kesî de.
Polîstên rejima faşîsta a AKP’ê duh li Amedê bi ser malan û navendan de girtin 21 kes ku ji wan 20 rojnamevan in hatin binçavkirin.
Di nava rojnamevanên ku hatin binçavkirin de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan jî heye.
Binçavkirin di bin navê operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû kirin.
Li ser dosyaya rojnamevanên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin, biryara sînordarkirinê heye.
Rojnamevanên ku hê jî nediyar e bi çi tawanbariyê hatine binçavkirin, di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.



