Li Yemenê..di nava 2 rojan de 170 caran agirbest hat binpêkirin

Agirbesta li Yemenê ku hatî ragihandin, kêm jî be aramiyek bi xwere daye avakirin.
Lê ev agirbest heta niha tam pêk ne hatiye.
Ji ber binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê Hûsiyan ve, 21 leşkerên artêşa Yemenê birîndar bûn.

Çekdarên Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike li Yemenê agirbesta ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di 6 û 7’ê Hezîranê de li eniyên şer ên Marib, Hec, Hudeyda, Taiz û Dali ragihandibû 170 caran binpê kirin.

Ji bilî şandina kelûpelên şer û hêzên çekdar, gulebarana rasterast bi çekên giran û navîn, avakirina çeperan, çêkirina rêyan û bicihkirina çekên giran hatin destnîşankirin.

Di encama binpêkirinên Hûsiyan de, 21 leşkerên Artêşa Neteweyî ya Yemenê birîndar bûn.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din xistiye bin kontrola xwe.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Back to top button