Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihand ku desthilata Siûdiyê duh hin mîr û berpirsiyarên ku beriya 2 rojan girtibûn, berda.
Rojnameyê diyar kir ku wezîrê hundir Mîr Evdulezîz Bin Siûd Bin Nayif û Mîrê herêma rojhilatî Siûd Bin Nayif Bin Ebdulezîz di lîsteya serbestberdanê de bûn.
Rojnameyê da xuya kirin ku ji ber ku Mîr Mihemed Bin Selman desthilata malbata melekî bike yek û li dijî wî darbeyê pêk neyê, Roja Înê di çarçoveya operasyona ewlehiyê de bi dehan mîr û berpirsiyar hatin girtin.
Li gorî rojmaneyê heta niha Mîr Ehmed Bin Ebdulezîz û Mîr Mihemd Bin Nayif tevî hin kesên din, binçavkirî ne.



