Li Iraqî: 7 terorîst li çiyayê Qereçoxê hatin kuştin

Ragihanda şaneya ewlekariyê ya Irqê diyar kir ku, Di oprasyonek dije-terorê de, 7 çete hatin kuştin.

Şaneyê li ser malpera xwe ya Medyaya Civakî eşkere kir ku, piştî vedîtina hin tonelan li çiyayên Mekhûl ên li nêzî sînorên Sûriyê, wan operasyon dan destpêkirin.

Şaneyê diyar kir ku wan 3 tonel li çiyayê Qereçox ên rêze-çiyayê Mekhûl vedîtine û teqez kir ku hêzên dije-terorê 7 çeteyên di hindirê van tonelan de kuştin.

Şaneyê di daxuyaniya xwe de diayar kir ku dibe çeteyên hatin kuştin DAIŞ’î bin.

Tevî ku di dawiya sala 2017’an de Iraqê têkbirina DAIŞ’ê bi temamî ragihand, lê hin dever heta niha di destê wan de man e ku li gorî bercewandiyên xwe bi kar tîne.

Back to top button