Civîna Opec plus nirxê petrolê bêhtirî 30% dadikeve

Piştî ku civîna ”Opec plus” ya ji bo kêmkirina hinardekirina petrolê bê encam bidawî bû, nirxê petrolê nêzî 30% daket. 

Ji bo rûbirûbûna encamên aborî yên neyînî yên vîrûsa coronayê, Opek destpêşxeriyek kiribû ku hinardekirina petrolê were kêmkirin.

Lê piştî ku Rûsya destpêşxeriya Opek red kir, Erebistana Si’ûdî qîmeta fermî ya xama Si’ûdî daxist.

Îro duşemê Xama Brent bi rêjeya 28.5% kêm bû û nirx daket 32.5 dolar.

Her weha xama Amerîkî ya sivik bêhtirî 28% ji qîmetê xwe winda kir û daket derdora 28.77 dolarî.

Aborînas diyar kirin ku ev bihêztirîn daketina nirxê petrrolê ji sala 2016’an ve ye.

Back to top button