QSD: Li Dêra Zorê 4 DAIŞ’î hatin girtin

QSD’ê ragihand ku li gundewarê Dêra Zorê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand.

Li gorî daxuyaniyê hêzên taybet yên QSD’ê bi desteka asîmanî ya Koalîsyona Navneteweyî, li herêma Bisêra ya rojhilatê Dêra Zorê operasyonek li dar xist.

Di encama operasyonê de şaneyek DAIŞ’ê ku ji 4 çeteyan pêk dihat, hat girtin.

Her wiha hejmareke çek û alavên çeteyan hatin desteserkirin.

Back to top button