Li Başûrê Kurdistanê hêrsa gel

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê welatî daketin kolanan û banga hilweşandina hikûmetê kir.

Dihat payîn ku vê êvarê li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dibin pêşengtiya Tevgera Nifşê Nû de ji bo hilweşandina hikûmetê xwepêşandanên girseyî bihata lidarxistin.

Li Dihok û Hewlêrê asayîşê astengî ji xwepêşandanê re derxistin û bi dehan kes binçav kirin.

Li navçeya Ranya jî ya girêdayî Raperînê, xwepêşandanek li dijî hikûmetê hate lidarxistin.

Di dema xwepêşandanê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derke û nûçegihanê Kanala Gelî Kurdistan Huner Resûl jiyana xwe ji dest da.

Li Parka Azadî ya Silêmaniyê jî bi heman armancê xwepêşan û çalakiyên girseyî hat lidarxistin.

Li vir Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid jî axivî û daxwaz ji xwepêşanderan kir ku xwepêşandan bi awayek aştiyane li dar bixin.

Şasiwar Ebdulwahid daxwaz ji gel kir ku di xwepêşandanên xwe de berdewam bikin heya hilweşandina hikûmetê.

Back to top button