Gelo di berdêla berjewendiyan de wê Rûsya destûra êrişê bide?

Şefê rêjîma Tirk Erdogan careke din gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li dijî Bakurê Sûrî xwar. Erdogan ragihand ku piştî temamkirina amadekariyên wan ew ê dest bi êrişê bikin. Û di vî warî de banga piştgiriyê li hêzên cîhanî kir.

Ji 1’ê Hezîranê ve dewleta Tirk ji bo destpêkirina tevgera nû a dagirkeriyê li dijî Bakurê Sûrî di nava hewldanan de ye.

Bi vê armancê danûstandinên xwe li gel hin aliyan jî zêde kirine.

Herî dawî mijara tevgera dagirkeriyê, rojeva sereke a hevdîtina li gel Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov bû.

Li Sûrî, komên cûdaxwaz ên li herêmên di bin kontrola Amerîkayê de hene. Em hesasiyeta dostên xwe ên Tirk li hemberî van koman fêm dikin. Lewma hebûna wan ji bo sînoran dibe gef.

Daxuyaniya serfareta Rûs weke erêkirina tevgera dagirkeririya Tirk li hemberî Bakurê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê hate şîrovekirin.

“Ji bo destpêkirina êrişê, em li benda temamkirina amadekariyan e”

Piştî vê helwesta Rûsyayê, şefê rêjîma Tirk Erdogan îro carek din gefa êrişê li herêmê xwarê.

Erdoganê ku bi salan destek da çeteyên DAIŞ’ê û ew derbasî Sûrî kirin, îdîaî kir ku yekena welatê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye Tirkiyê ye.

Erdogan êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî ji nedîtî ve hat û got;

Heta niha niha ji bilî me ti kesî şerê YPG’ê ne kiriye.

Şefê rêjîma Tirk êrişên xwe ên dagirkeriyê li dijî Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî weke tevgera peydakirina aramiyê binav kir û bi van gotinan peyam da ku ew ê dest bi êrişeke nû bikin:

Ji bo em 30 kîlometre derbasî nava herêma sînor bibin, amadekariyên me dewam dikin.

Di vî warî de divê were zanîn ku wê ev amadekarî werin temamkirin.

Em bawer dikin ku hevkarên me wê li dijî vê daxwaza me dernekevin.

Back to top button