Li navçeya Ranya jî dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Kurdistanê hat nîqaşkirin.
Li navçeya Ranya ya îdareya Raperîn jî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, li Pirtûkxaneya Ehmed Koyê ya navçeyê niqaş hat kirin.
Çalakvan, nivîskar, rewşenberî û welatîyên ku, beşdarî niqaşê bûn destnîşan kirin ku divê aliyên siyasî û welatî bêdengiya li hemberî dagirkeriyê bişkênin.
Her wiha behsa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, hate kirin û hate diyar kirin ku amarnaca dewleta Tirk dagirkirina tevahiya xaka Kurdistanê ye.
Di runiştinê de bang li her kesê hat kirin ku li hemberî dagirkeriyê rawestin.