PYD’ê: Hêvî dikin Cejna Noel bibe destpêka pêvajoyeke nû

PYD’ê jî bi daxuyaniyekê Cejna Noelê li gelên Xiristiyan ên li Sûriyê, Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Meclisa Giştî ya PYD di daxuyaniyekê de cejna Noelê û rojbûna Îsa Mesîh li xiristiyên Sûriyê, cîhanê û hemû pêkhateyan pîroz kir.

PYD’ê bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku yekitiya niştîmanî û jiyana hevbeş biparêzin.

Her wiha bang li hêz, rêxistin û partiyên nîştimanî kir ku bibin yek, ji bo aştî, avakirina Sûriyeke demokratîk û misogerkirina edalet û azadiyê têkoşîneke hevpar pêk bînin.

Meclisê dawiya daxuyaniyê hêvî kir ku cejna Noelê û rojbûna Îsa Mesîh bibe destpêka pêvajoyeke nû.

Back to top button