Li Amûdê şêx Ubeydellah El Qadirî El Huseynî hat oxirkirin

Cenazeyê şêxê terîqeta El Qadiriyê Ubuydellah El Qadirî li navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê hat oxirkirin.

Nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, oldar, şêx û murîdên terîqeta El Qadiriyê, serokeşîr û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyeyê, cenazeyê şêxê terîqeta El Qadiriyê Ubeydellah El Qadirî oxir kirin.

Şêx Ubeydellah El Qadirî El Huseynî doh di temenê 80 salî de ji ber nexweşiyê li navçeya Amûdê koça dawî kir.

Cenazeyê şêx ji mala wî ya li nêzî navenda navçeyê hate wergirtin û ber bi mizgefta mezin ve kete.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şêx hatiye vedan.

Back to top button