QSD: Serçeteyekî DAIŞ’ê li Reqayê hat girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku de serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê Reqayê girtine.

QSD’ê diyar kir ku operasyon bi hevkariiya Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.

Têkîldarî operasyonê ev agahî hat parvekirin:

“Şeva Pêncşemê Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê (YAT) yên girêdayî hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneeteweyî operasyoneke ewlehiyê li darxistin.

Operasyon li dijî rêveberekî şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst yê bi navê Memduh Îbrahîm El Hecî (Ebû Yûsif) pêk anî.

Operasyon li rojavayê bajarê Reqayê pêk hat û bi serkeftî encam da. ”

QSD’ê diyar kir ku di encamê de terorîstî xeternak Ebû Yûsif ê xebatên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li herêmê bi rêve dibir, hat girtin.

Hêzên Koalisyona Navneteweyî serçeteyekî DAIŞ’ê radestî QSD kir

Back to top button