Şêx Seîd û hevalên xwe li Amedê hatin bîranîn

Di daxuyaniya ku hat dayîn de, hat gotin ku Şêx Seîd li dijî zilm û zordariyê serî rakir û dê heta dawiyê li ser riya wî û hevalên wî bin.

Di daxuyaniyê de endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Komeleya Şêx Seîd, nevî û vasiyê wî Mihemed Kasim Firat û gelek kes amade bûn.

Destpêkê Mihemed Kasim Firat axivî û got: “Em îro dîsa dibêjin ku em li ser rêya Şêx Seîd û hevalên wî ne û lanetê li dagirkeran û bêhiqûqiyên wan dikin.”

Piştre jî Hevşaredarê Erxeniyê Ehmed Kaya daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Şêx Seîd û hevalên wî li hemberî zilm, înkar û tunekirinê serî hildan.

Herî dawî bi navê Partiyên Tifaqa Kurdistanî jî Sînan Çîftyurek axivî û got: “Şêx Seîd û hevalên wî bi awayekî derhiqûqî hatin bidarvekirin.

Divê were zanîn ku em ê dev ji vê dozê bernedin.”

Back to top button