Li Başûrê Kurdistanê 18 kesên din bi Coronayê ketin 

Li Başûrê Kurdistanê 18 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine 6 kes ji parêzgeha Dihokê û 12 jî ji Germiyanê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê daneyên dawî yên têkildarî vîrûsa Coronayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li parêzgeha Dihokê 6 kes û li herêma Germiyanê 12 kes bi vîrûsê ketine.

Li gorî vê hejmara kesên li Başûrê Kurdistanê bi virûsê ketin bû 721, ji wana 7 kes mirine, 420 kes baş bûne û niha 292 nexweş di bin çavdêriyê de ne.

Back to top button