Li Iraqê 429 kesên din bi Coronayê ketin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 429 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 10 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 10 hezar û 495 testên vîrûsê hatin çêkirin, di encamê de derket ku 429 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 172 kes xelkê Bexdayê ne.

Her wiha hat gotin ku 119 nexweşên virûsê bi temamî baş bûne û 10 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên dawî hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 6 hezar û 862, ji wan 3 hezar 275 kes baş bûne û 215 kes jî mirine.

Back to top button