Misir ji bo sînorên deryayî bi Lîbyayê re dixebite

Di demekê ku li nava Lîbyayê aloziya siyasî û aborî dewam dike de, Misir dixwaze hevkariyê zêde bike.
Ji bo vêyekê jî Misir dixwaze peymanên sînorên deryayî yê herdû welatan ji nûve xêz bike.
Tevî nerehetiya Enqerê, Qahîre bi biryare xebatên sondajê yên li nava deryayê despê bike.

Dengvedana li ser daxuyaniya Misir ya dibêje, wan sînorê deryayî yê rojava bi Lîbyayê re diyar kiriye dewam dike.

Enqereya ku di vê mijarê de cih girtibû, ji bo diyarkirina sînor banga “diyalog û danûstandinan” li Qahîre û Trablûsê kir.

Lê çavkaniyên Misirî ku ji Şarku’l Avsat re axivîn, diyar kirin ku ewê “stratejiya xwe ya girtina vê biryarê li ser bingeha mafên serwerî yên bilez hatine pejirandin, di dema bê de bidomîne”.

Misir bo sînorên nû yên bi Lîbya re NY agehdar kir

Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî herî dawî derbarê diyarkirina sînorê deryayî yê rojavayî yê li Deryaya Sipî de biryarek derxist.

Di metna biryarê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de, lîsteya guhertinên li ser sînor hatiye kirin jî hat diyarkirin.

Ev biryar û guhertinên bi sînor ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re hatiye ragihandin.

Misirê heta niha derbarê banga Tirkiyê ya ji bo diyalog û danûstandinan daxuyaniyeke fermî nedaye.

Çavkaniyeke Misirî yê ji mijarê agehdare jî ev tişt anî ziman:

“Qahîre vê bangê tenê weke mîsyoneke agahdarkirinê dibîne û hewldanek ji bo danîna hevsengiyê di navbera bangên siyasî û daxwazên realîst dibîne.

Lîbya: Em ji danûstandina re amade ne

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta demkî ya Lîbayê jî got:

“Hikûmet pêşwaziyê li her bangewaziya danûstandinan li ser diyarkirina sînorê deryayî yê navbera welatên cîran de dike.

Wezîr Necla Menguş beriya niha têkildarî pêngava yekalî ya parçekirina sînor banga diyalogê li Misirê kiribû.

Lîbya di şert û mercên awarte re derbas dibe û pêdivî bi piştgiriya birayên xwe heye.

Ev mafên dîrokî dê hewceyê nîqaşên çêker ên li ser bingeha rastî û delîlan bin.”

Back to top button