Arjantîn Kûpa Cîhanê qezenc kir

Piştî 36 salan xewna Arjantîniyan li Qeterê pêk hat.
Di fînala Kûpa Cîhanî ya FIFA 2022’an de, Arjantîn bi serketina li pêşberî Fransa re bû xwedî kûpaya cîhanê.
Golên Mpape jî nekarî Fransa ji Arjantînê xelas bike.

Di maça fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022’an de ku li Qatarê hat leyîstin de, Arjantîn û Fransa hatin hemberî hev.

Di maça fînalê de Arjantîn her çiqasî bi golan derket pêş jî lê Fransa her karî careke din xwe bigihîne wê.

Arjantîn 4-2 Fransa

Arjantînê bi awayekî bi bandor dest bi maça ku li Stadyuma Lusail hat lîstin kir.

Piştî ku Messi di deqîqeya 23’emîn de bi penaltiyeke 1-0 pêş ket, Arjantînê bi gola Di Maria di deqeya 36’an de gola duyemîn anî.

Di 45 deqeyên beşa duyemîn de dîkên Fransî dest bi êrişê kirin.

Golkerê Fransî Mbapepe yê di deqeya 79’an de gola yekem anî, piştî 2 deqeyan gola duyemîn jî tomar kir.

Bi golên Mpabbe re, Fransa komî serhev bû û dest bi leyîstinek bi bandor kir.

Arjantînê di dema zêde de bi gola Messî skor 3-2 anî.

Hîna 2 deqe mayî ku wê maç bi dawî bibe, Mbappe careke din li bi leyîstina xwe ya bibandor golek din anîn û her tu tîm çûn penaltiyan.

Arjantînê bi rêya penaltiyan 4-2 bidawî bû, bû xwediyê Kûpaya Cîhanê.

Hesreta piştî 36 salan

Di dîroka Arjantînê de ev cara 3. e ku Kûpaya cîhanê qezenc dike.

Kaptanê Arjantînê Lionel Messi yê 35 salî bi lîstina cara 26’emîn di tûrnûvayê de rekor nû şikand.

Leyîstikvanên Arjantînê yên kûpeya xwe girtîn, li nava Dohayê geriyan.

Ev şahî li nava Arjantîn ji aliyê bi mîlyonan kesî ve pêk hat.

Di demekê ku li nava stadyumê keyfxweşî zêde bû de, li gel Fransiyan xemgînî serwer bû.

Back to top button