Arjantîn îşev bû Şampiyona Kûpa Cîhanê ya Futbolê 2022

Şampiyon Kûpa cîhanê 2022 li Qeterê îşev bi serkeftina Arjantîn bi dawî bû.

Di matça fînalê de tîma Arjantîn hat pêşberî Fransa.

Matçeke ne ji rêzê di navbera her du tîman de bi rê ve çû.

Arjantînê nîvê yekem ê matçê bi encama 2 bê beramber bi dawî kir.

Di nîvê duyem ê matçê de Franca 2 gol avêtin tora Arjantînê.

Bi vî awayî matç di dema orjînal de bi wekheviya 2 beramberî 2 derbas bû.

Piştre matç derbasî dema zêde bû.

Di dema zêde de her tîmekî golek anî û bi encama 3 beramberî 3 qediya.

Dawiya dawî matç derbasî lêdanên şansê bû.

Tîma Arjantînê bi lêdanên şansê 4 beramberî 2 bi serket û bû şampiyonê cîhanê ya futbolê.

Bi vê serkeftinê Arjantîn di dîroka xwe de cara sêyemîn kûpa cîhanê bi dest dixe.

Back to top button