Li Îzmîrê polîsan êrişê çalakiya protestoyî kir û 50 kes binçavkirin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û polîtîkayên şer, li Îzmîrê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Her wiha polîsên Tirk êrişî çalakiyê kir û 50 kes kirin binçavan.

Çalakgeran xwestîn li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bimeşin.

Polîsan dor li çalakgeran girt û êriş bir ser wan.

Gelek kes bi êşkence û kelemçeya bi paşve kirin binçavan.

Li gor agahiyên ku çavdêrên ÎHD’ê dan, herî kêm 50 kes hatine destgîrkirin.

Girseyê tevî êrişa polîsan jî dirûşma “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” çalakiya xwe dewam kir.

Hat zanîn ku çalakgerên hatin destgîrkirin, wê bibin Midûriyeta Polîsan ya Çankayayê.

Her wiha polîsên Tirk nehiştin ku parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Feleknas Ûca li Qada Konakê daxuyaniyê bidin.

Di dema êrişê de hevserokê HDP’ê Mehmet Zahir yaşar krîza dil derbas kir

Hevserokê HDP’ê yê Bodrûmê Mehmet Zahir Yaşar yê 55 salî ku di dema êrîşa polîsan de, krîza dil derbas kir û niha li nexweşxanê anjiyo bû û têkildarî rewşa wî bijîşkan heta niha ti agahî nedane.

Back to top button