“Ocalan semboleke navneteweyî ye û fikrê wî dê îstiqrarê li Rojhilata Navîn peyda bike”

Pirspor, hiqûqî û siyasetmedarên ereb di panelek bi rêya zoomê de diyarkirin ku rêber Ocalan bûye semboleke navneteweyî ku dê rolek di îstiqrara Rojhilata Navîn de bilîze.

Di panelê de endama Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê Erwa El Salih axivî û got: “Dewleta Tirk û pergalên zordest hesabê ji belavbûna fikrê rêber Ocalan re dike ku li dijî pergala desthilatdar û berjewendiyên wan e.

Dîrokzanê ji Misirê, Elî Ebû El Xêr jî diyar kir ku ew heyranê fikrê rêber Ocalan e ku çawa dikare dîroka kurdî bi dîroka kevnar ve girê bide.

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Îlham Milêcî jî got: “Ocalan bûye semboleke navneteweyî û bi firkê xwe dikare îstiqrarê li Rojhilata Navîn dabîn bike ku ji zêdetirî serdemekê ve di nav aloziyan de ye.

Serokê Rêxistina Yemen Ewlen Ebdulkermî El Unsî jî bang li rêxistinên mirovî yên erebî kir ku hemleyên komkirina îmzeyan li dar bixin.

Cîgirê seroka Navenda Erebî ya Lêkolînên Stratejîk û Siyasî ya Misirê Dr.Mixtar Xibaşî jî bang kir ku Ocalan li gorî çarçoveyên qanûnî yên Meclisa Ewropayê ya Mafên Mirovan serbest were berdan.

Back to top button