LI XANEQÎNÊ KIR POLÎSEK HAT KUŞTIN Û 6 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li ser hêzên Iraqî didomîne.

Çeteyên DAIŞ’ê li gundekê Xaneqînê êrîşê polîsan kirin û ji hêzên Iraqî kuştî û birîndar ketine.

Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ’ê li ser riya gundê Mubarek yê Xaneqînê mayînek ku berê çandibûn, di dema derbasbûna polîsan de teqandin.

Piştî teqînê çeteyên DAIŞ êrîşê polîsan kirin.

Li gorî agahiyan di encama êrîşa DAIŞ’ê de, ji aliyê hêzên Iraqî de kuştî û birîndar ketine.

Her wiha li gorî agahiyên ji rêveberên nexweşxaneyê hatine standin, polîsek hatiye kuştin 6 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button