Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn eşkere kir.

Hêzên Rizgariyê di daxwiyaniyê de got:

Rêhevalên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn di roja 15’ê Nîsanê de li herêma Efrînê şehîd bûn.

Rêhevalê me Cîlo di sala 2012’an li herêma Efrînê tevlî YPG’ê bû.

Di pêngava rizgarkirina Şehbayê û hawîrdorên wê de cih girt.

Tevî ku zewicî ye û bavê 3 zaroka ye lê bo parastin û ewlehiya herêmê rewşa malbatîyê nekir asteng.

Di asta fermandartiyê de xwe pêş xist.

Rêheval Xabûr Efrîn jî wekî her mirovekî bi axa xwe girêdayî tevlî nava refên me dibe.

Erkên mezin girt ser milê xwe lê şehadeta wî zû bû.

Em ê teqez armancên wan pêk bînin..

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Cîlo Baliya
Nav û Paşnav: Mehmûd Îbrahîm
Navê dayik: Emîne
Navê bav: Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn / 15 Nîsan 2023

Nasnav: Xabûr Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn / 15 Nîsan 2023

Back to top button