Trump: Em ê Meclisa Nûneran û Senatoyê bidest bixin

Serokê berê yê Amerîka Trump nîşaneya wê yekê da ku wê di nava Partiya Komarparêz de roleke sereke bieyîze û sînyala namzetiya xwe ya ji bo serokatiya welat di 2024’an de da.

Donald Trump piştî 20’ê Çile erkê serokatiyê radestî Joe Biden kir, yekem careke di mitîngek giresyî de di axive.

Di mitînga li Floridayê de Trump careke din li dijî rêveberiya Biden gotinên tund bikar anîn û got:

Serokatiya min beriya 4 salan bi dawî nebû.

Me nû despê kiriye.

Ezê partiyek din ava nekim.

Trump sînyala namzetiya xwe ya di hilbijartina serokatiya welat de careke din da û got:

Kî dizane dibe ku cara 3. ez biryar bidim ku wan binbêxin.

Her wiha serokê berê yê DYA îdia kir ku wê di hilbijartina 2022’an de li Senato û Meclisa Nûneran, serkeftinê bidest bixin û di hilbijartina 2024’an a serokatiyê de jî roleke sereke di nava Partiya Komarparêz de bileyîze.

Trump bi van gotinên xwe careke din li nava salona mitîngê hêvî bi alîgirên xwe re çêkir.

Back to top button